Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu îro (6/6/2012) li demjmêr 15:30′ de li Navneda Giştî ya AKP’ê hatin cem hev. Hat zanîn, di vê hevdîtinê de Kiliçdaroglu yê der barê çawaniya ‘çareserkirina pirsa terorê’ de dîtinên xwe ji Erdogan re pêşkêş bike. Berî niha Serokê CHP’ê di Kongreya Partiya xwe ya li Rihayê (Ûrfa) de, der barê ‘pirsa terorê’ de bang li AKP’ê kiribû û gotibû “Bila werin em hevdîtinê bikin.” Her weha Kiliçdaroglu dabû diyarkirin ku wan ‘Ji bo nexşerêya çareserkirinê 10 xal amadekirine.’ Niha rewşeke weha li Tirkiyê derketiye holê ku ‘hêviyên çareserkirina pirsê nêzîk bûye.’ Hêjayî gotinê ye, duhî ji nişkan ve hevdîtin di navbera berpirsên BDP’ê û Serokê Meclîsa Tirkiyê Çîçek de jî pêk hatibû.
Avestakurd