Serrûpel Nûçe Mistefa Cuma: PYD bi rêjîmê re kar dike

Mistefa Cuma: PYD bi rêjîmê re kar dike

Belav bike

Di axaftineke xwe de ya di Odeya Serhildana Rojavayê Kurdistanê ku li ser Paltalkê pêk hat, Cuma got, Partiya PYD (şaxê PKK li rojava) ligel rêjîma Sûriyê kar dike û li dijê meşên ji bo ketina rêjîmê derdikeve.

Mistefa Cuma her wiha got, PYD tu caran Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) cidî nagire û protokolên ku PYD bi Encumenê re îmze kirine ne samîmî ne.

Cuma got, PYD bi taybetî li Kobanî û Efrînê dijîtiya meşên li dijê rêjîmê dike.

Weke tê zanîn Mistefa Cuma siyasetvanekî Kurd yê li pêşe li rojavayê Kurdistanê û yek ji serkirdeyên (ENKS) ye.

AVESTAKURD