Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, li hemberî operasyonên îro yên di serî de Şaredarê Wanê Bekir Kaya û bşnçavkirina şaredarên din bertekek tûnd nîşan da. Baydemîr derkete pêşberî çapemeniyê û wiha axîfi: Bila hemû cîhan zanibe ku em li ber zilmê serî natewînin. Li ser vê erdnîgariya qadîm careke din yên bi dev û zimanê Hz.Musa diaxifin, pratîka Fîrawun sepandine. Yek kesekî me nemaye êdî ku bi gotinên we bawer bike. Hûn jî mîna desthilatdarên berî we, hûn ê bibine qurbanê zilma xwe înşallah. Hûn ê jî di nav zilma xwe de bixeniqin înşallah.
…
Ger berdêla vê girtîgehe ez amademe. Ger berdêl mirine ez mirinê re jî amademe. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, ev gel di erdnîgara Kurdistanê de, li ser erdnîgariya xwe a qedîm bi azadî, di nav yekitiya Tirkiyê de jiyandinê qet jênagere.
…
Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e.
Temamî axaftina Osman Baydemîr hûn karin vîdyoyê bitikînin û guhdarî û temaşe bikin.