Serrûpel Nûçe Şaredarê Wanê hate binçavkirin

Şaredarê Wanê hate binçavkirin

Belav bike

Şaredarê Wanê Bekir Kaya û 6 şaredarên din, vê sibê ji aliyên polîsên gerînendeya ewlehiyê ve di serdagirtinên malan de hatine binçavkirin. Bilî Şaredar Bekir Kaya, şaredarên Başkale, Edremît, Ozalp, Muradiye û Bostaniçiyê jî hatine binçavkirin.
Dema Bekir Kaya li wesaîta polîsan kirin, Kaya wiha got, Beşir Atalay di CNN Turkê de bi serokwezîr re biryara vê operasyonê dan. Em hêvî dikim ku beşdarî îfade girtina me jî bibin.
Şaredarê Wanê Bekir Kaya, dema mala wî dihate tevdan, li ser hesabê tiwittera xwe peyameke wisa weşand, “Dora operasyonê hate me, mala min hate serdagirtin, lêgerînê dikin, slav”
Piştî operasyonê ji BDPê gelle parlementer çûne Wanê.