Serrûpel Nûçe Filistîn xwe ji bo pêşwazîkirina Maradona amade dike

Filistîn xwe ji bo pêşwazîkirina Maradona amade dike

Belav bike

 Stêrê berê û rahênerê tîma Al Wasil ya Îmaratî Maradona got “Ezê serdana Xeza bikim, kî dikare asteng bike, yan adiz bibe.” Li gor daxuyaniya Endam û Wezîrê Rêveberiya Ciwan û Sporê ya Xeza Abdulselam Heniye ragihandî, got ku wî Maradona li Qeter dît û daxwaz jê kir ku serdana Xeza bike. Li gor Heniye Maradona got “Daxwaza we qebûl dikim û bi îzna xudê, ezê werim Xeza. Kî dikare vê asteng bike, yan adiz bibe.” Her weha Heniye aşkerekir niha ji bo pêşwazîkirina Maradona amadekariyên mezin hatine destpêkirin.

 

Avestakurd