Serrûpel Nûçe Sûriyê ber bi şerê navxweyî ve diçe

Sûriyê ber bi şerê navxweyî ve diçe

Belav bike

 Ban Ki-moon ligel Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereb Kofi Annan û Sekreterê Giştî yê Komaleya Erebî Nebîl El Erebî piştî civîna Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî daxuyanek da çapemeniyê Ban Ki-moon di daxuyaniya xwe de ragihand ku Sûriyê di rewşa hejandinê de ye, ti nemaye bişke û dê ev rewş bandora xwe li hemû herêma Rojhilata Navîn bike ji ber ku rewşa şerekî navxweyî li Sûriyê nêzîk bûye. Ban Ki- moon got “Ma divê em çend cara Sûriyê şermezar bikin, divê çend cara adiziya xwe bînin ziman. Gelê Sûriyê giriyê xwînê dibarîne, gelek adizin, rêzê û aştiyê dixwazin.” Her weha da diyarkirin ku ‘her ku diçe muxalefeta Sûriyê çekên giran bi dest dixe, teror mifayê ji rewşa niha ya Sûriyê dibîne’ û bang li Civaka Navnetewî kir ku ji vê rewşa heyî re çav negire û zûtirîn dem de bikeve nava tevgerê.

 

Avestakurd