Serrûpel Nûçe “Bêhneke zêde ya goştê şewitî tê“

“Bêhneke zêde ya goştê şewitî tê“

Belav bike
 Lê piştî Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî xwe gihandin navçeyê, Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Martin Nesirky daxuyaniyek da çapemeniyê. Nesirky ragihand ku çavêdêran ji wan re ragihandiye ‘li ser dîwarên gelek xaniyên Qubêr xwîn heye û bêhneke zêde ya goştê şewitî ji navçeyê tê.’ Her weha got jî ‘şopa gule û topan diyare.’ Lê, Nesirky da diyarkirin ku çavdêran kesek li navçe nedîtiye û hin kesên li gundên nêzîk ji wan re gotine ku ‘mirov û nasên wan hatine kuştin.’ Der barê hijmara kesên di komkujiya Qubêr de hatîn kuştin, Nesirky got ku heta niha hijmar nayê zanîn. Lê muxalifên rejîma Esed didin diyarkirin ku zêdeyî 80 kesî li ser destê şebihayên rejîma Esed hatine kuştin û piraniya xwe zarok û jin in.

 

Avestakurd