kiribû. Ji bo avakirina dibistanên gogapê dixwazin li kurdistanê bikin.[1]
Nivîsek min di derheqê “di Kurdistanê de werziş û Real Madrîd”ê bû min weha digot; “di Kurdistanê de werziş gelek pêş da çûye hê jî diçe. Nemaze gogapê anko topapê gelek tê hezkirin û gelek rewac û beşdarvan hene ku Îspanya jî ferq dike… Noke jî çar dibistana gogapê li Kurdistana Federalê veke. Cara pêşîn çarsed yarîzan û werzişvanê mindalên Kurd werbigre û xwedî û perwerde bike.[2]
Îro jî Barcelona çavkaniya yarîzanên kurd dibîne û li Silêmaniyê navendeke fêrkirina gogapê(football) vedike.
Birastî ev biryaran ji bo werziş û gogapêya kurdistanê gelek rind e û gelek bi kêr û sûd e. Ji ber ku di cîhanê de kûlubên herî mezin an barcelona ye an jî real madrîd e. Îcar her du jî di kurdistanê de dibistan vedikin. Ji bo pêşketina gogapêya kurdistanê ji wî çêtir xebat heye gelo?
Daxwazî; ez ji wir daxwazîyek dikim ku li gel perwerdeya gogapêya yarîzanên normal jî pêwîst e perwerdeya gogapêya yarîzanên kêmendaman jî bibe. Wekî mînak; ji bo çavnebînan gogapê heye kû ez hem antrenorê wan îm û hem jî hekem û dadwerê wan im. Li turkiya me destpê vê werzişê kiriye û gelek baş jî diçe. Digel vê yekê gogapêya kêmenaman ya ling seqetan jî hene ku navê wî jî gogapêya ampûtê ye. Min derheq wî de gelek xebat kiriye çend nivîs û makale min jî li ser wî hene. Hêvî ye berpirsiyarê gogapêya kurdistanê, olompîya kurdistanê û hîn kulubên kurdistanê wekî mînak rêvebirên kûluba newrozê Dilêr Ebdula û Hesen Nûrî jî ji bo gogapêya kêmendaman hestîyar bibe.
Metîn Kewê DILXÊRÎ
Mamosteya Werzişî
Pisporê Werzişî Kêmendama