Serrûpel Nûçe Emerîka ji destpêkê di nava vî karî de ye

Emerîka ji destpêkê di nava vî karî de ye

Belav bike
çekdanîna PKK’ê de daxuyaniyên girîng û cidî kirin. Her weha got ku Emerîka her ji destpêkê were cih di nava van hevdîtinan de digire.
Beşîr Atalay tevlî bernameya kanala CNNTurk bû û bersiva pirsên Hande Firat da. Atalay got “Niha qonaxek cuda ye. Daxwaz hene, hevdîtin hene. Ji çekdanînê ta radestgirtinê hevdîtin hene. Ango, ev hemû xebat di nava hevdîtinan de ne. Ji bo me ya herî girîng çek danîne. Li wir, başûrê Îraqê (Herêma Kurdistanê) çekdanîna terorê, ew berê hate ragihandin. Piştî hevdîtina Serokwezîr ligel Mesûd Barzanî hate ragihandin. Daxwaza me ew e; teror çekan deyine û herêm ji terorê bê pak kirin.” Atalay der barê demokratîkbûna Tirkiyê  û zimanê Kurdî de jî got “Der barê mafê mirovan û demokratîkbûnê de xebatên me yên nû hene. Der barê vê mijarê de dê li demeke kin de Serokwezîr yan di axivitina xwe ya di koma partiyê de yan jî di daxuyaniyên cuda de behsa pêngavên li ber çav bike. Xebatên me li ser zimanê dayîkê hene der barê perwerdeya hemwelatiyên me di warê zimanê xwe de.” Atalay da diyarkirin ku niha Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsan di rewşeke baş de ye û dê Tirkiyê van pirsan çareser bike. Her weha Atalay aşkere kir ku di nava hemû civînên ji bo çareserkirina vê pirsê de Emerîka hebûye, Emerîka her ji destpêkê were cih di nav de digire. Û got “Ji xwe di nava vî karî de Emerîka aliyeke. Ji destpêkê were Emerîka di nav de ye. Civînên li Stenbolê hene, Emerîka di nava van hemûyan de ye û hebûna Emerîka di nava vî karî de tiştek asayî ye.” Her weha Beşîr Alatay got ku serdana muxalifan bo Serowezîr gavek girîng bû. Û got jî ku ji bo PKK’ê çekan deyine ew di nava kar û xebatê de ne û hevdîtin berdewam dikin.

                                                                                                                     

Avestakurd