Serrûpel Nûçe Ji hunermendan banga çareserkirina pirsa Kurdî

Ji hunermendan banga çareserkirina pirsa Kurdî

Belav bike
 Hunermendên sînameyê ji bo hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ya der barê ‘zîrweya terorê’ de belavokek belavkirin. Hunermendan di belavoka belavkirî de dane diyarkirin ku ew gelek keyfxweşin bi hatina desthilatdar û muxalif li cem hev û ji bo çareserkirina pirsê dest bi diyalogê kirine. Her weha gotin ku ew dixwazin vê hêviya dibînin bi raya giştî re parve bikin. Hunermendan diyarkirin ku ew dixwazin ev pirsa heyî rojek berî roja din bê çareserkirin, êş li ser vê xakê bidawî bibe û gotin ew ji bo her hewldaneke çareserkirina vê pirsê piştgirin. Her weha gotin jî ku, erka siyasetmedarên ji aliyê gel ve hatîn hilbijartin ew e ku vê pirsa sereke û ya bingihîn li vî welatî çareser bikin. Hêjayî gotinê ye, ev cara yekê ye di dîroka Tirkiyê de pêngaveke weha tê avêtin ji aliyê hunermendên sînemayê ve. Navên ev belavok îmze kirîn ev in:  Ahmet Mümtaz Taylan, Altan Erkekli, Arif Keskiner, Atalay Taşdiken, Atilla Candemir, Atilla Engin, Aydın Sayman, Baran Seyhan, Biket İlhan, Bülent Kayabaş, Bülent Kılıç, Bülent Şakrak, Cahit Berkay, Devin Özgür Çınar, Ercan Yılmaz, F. Serkan Acar, Feyzi Tuna, Funda Alp, Haldun Boysan, Halil Ergün, Hasan Özgen, İrfan Tözüm, İsmail Güneş, Janset Pacal, Kadir İnanır, Kenan Ece, Levent İnanır, Mahir İpek, Mazlum Çimen, Mehmet Altıoklar, Mehmet Aslantuğ, Mehmet Güleryüz, Melike Demirağ, Memet Ali Alabora, Mesut Uçakan, Metin Devrim, Mustafa Ziya Ülkenciler, Müjde Ar, Neslihan Acar, Nur Sürer, Onur Ünlü, Orhan Oğuz, Özcan Alper, Raşit Çelikezer, Reis Çelik, Rezan Yeşilbaş, Rıza Sönmez, Rutkay Aziz, Selda Alkor, Selim Atakan, Sevil Demirci, Seyhan Kaya, Şerif Gören, Tarık Akan, Ulaş Cihan Şimşek, Yamaç Okur, Yavuz Bingöl, Yusuf Sezgin, Yüksel Aksu, Zafer Ayden, Zeki Demirkubuz, Zeynep Özbatur Atakan.

 

Avestakurd