Serrûpel Nûçe Li Meksîkayê hovîtoyeke nû!

Li Meksîkayê hovîtoyeke nû!

Belav bike

Ajansa nûçeyan a Ajansa Anatolyayê (AA) ragihandiye ku, li Meksîka, di kamyonekê de 14 termên kesên hatine kuştin hatine dîtin.
Rayedarên Meksîkî diyar kirine ku, li bajarê Ciudad Mante, qamyoneke ku li dereke şaş parq kiriye, ji aliyê polîsekî ve hatiye ferq kirin û polîs lêgerîn kiriye û rasta 14 termên ku hatine perçekirin hatiye. Ji terman, jê 3 jin bûne û 11 jî zilam bûne. Kujeran, bi terman peyam dane hin kesan. Polîs li ser gumana  karê çeteyan disekine. 
Meksîka, her tim bi bûyerên hovane dikeve rojeva cîhanê. Di nav çend meha de, bû çend car ku, bi dehan termên hatine perçekirin an dardakirin an di qerisînera kûr de hatine cemidandin, li Meksîkayê derdikevine holê.