Serrûpel Nûçe Qonaxa îro cihê metirsiyê ye ji bo Kurdan

Qonaxa îro cihê metirsiyê ye ji bo Kurdan

Belav bike

 Osman der barê hevdtînên Hewlêr, Necef, rewşa Malikî û qonaxa ku îro Kurd tê re derbaz dibin ji çapemeniyê re axivî. Kesayetiya naskirî Osman diyarkir ku ‘civîn û hevdîtinên der barê qeyrana siyasî de dibin wendane û çarenûseke bimije’ û got jî ‘karê siyasî li Îraqê di qonaxeke metirs û zirav re derbaz dibe û piraniya hevdîtinên niha dibin, bi awayekî neaşkere dibin.’ Osman di berdewamiya axivitina xwe de got “Beşdarvanên di civîna Hewlêr û Necef de der barê  wan xalên  ragihandîn de ti hûrî diyar nekirin. Rewş bimije, wisa tê ku alî li dijî hev kar dikin.” Mehmûd Osman der barê mestirsiya ser Kurdan de jî got “Tirseke mezin ser Kurdan heye ku ti mîsogertiya ji bo Kurdan nîne piştî çareserkirina rewşa Malikî û stendina baweriyê ji wî.”

 

Avestakurd