Serrûpel Nûçe Barzanî cuda difikire!

Barzanî cuda difikire!

Belav bike

 Piştî hevpeyvîna kanal CNN Turk ligel Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, niha çapemeniya Tirk îdîa dike ku ‘ji bo PKK’ê çekan deyne, Îstîxbarata Herêma Kurdistanê Parastin 16 caran hevdîtin ligel PKK’ê pêk anîye.’ Tê gotin ku ‘di nava 9 mehan de parastin û PKK’ê 16 cara li Qendîlê hevdîtin pêk aniye.’ Lê, helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê der barê çareserkirina pirsa Kurdî ya bakurê Kurdistanê diyar û zelal e. Serokê Herêma Kurdistanê di hemû daxuyanî û axivitinên xwe yên der barê pirsa Kurdî li bakurê Kurdistanê de gotiye ‘Ev pirs tenê bi rêya diyalog û aştiyê tê çareserkirin’ û bang li her du aliyan kiriye ku diyalog û aştiyê bingeh bigirin. Li gor hin jêderên Herêma Kurdistanê, Serokê Herêmê her helwesta xwe ya berê dubare kiriye û negotiye “Bila PKK’ê çekan deyne.” Hêjayî gotinê ye, berî niha jî çapemeniya Tirkî ev îdîakirin kiribû sernivîsa rojname û nûçeyên sereke yên kanalên xwe. Lê, Serokê Herêmê her wê demê ev yek redkiribû û gotibû ku ‘Min negotiye bila PKK’ê çekan deyne, lê min gotiye dema şeran derbaz bûye.’

 

Avestakurd