Jêhat Berwarî û Dîndar Koçer serdana perlementoya Hollenda kirin û ji aliyê Hans ten Broeke berpirsê têkiliyên derve ya partiya Gel bo azadiyê û demokratiyê (VVD) bi germî hatin pêșwazîkirin. Hevdîtina herdû aliyan ji sê babetên girêday herêma Kurdistanê û Hollenda pêk hat. Peywendiyên di navbera PDK û VVD, bejdarbûna Hollendiyan di weberhênan û pêșkeftina aborî li herêma Kurdistanê û babetê dawiyê naskirina cînosaîdkirina Kurdan di salên 80yan de ji aliyê rijêma Sedam Hisên ve.
Peywendiyên di navbera PDK û VVD.
Hans ten Broeke bi germî pêșwaziya șanda PDK kir û got PDK mezintirîn partiya Kurdistanê ye û ew gelekî keyfxweșe bi peywendiyeka gerim di navbera herdû aliyan de û her wesa daxwaz û pêșniyar kir ko PDK bibe endama rêkxirawa Liberal International (LI) û ji boy endambûna PDK di (LI) ew dê li gel Hans van Baalen axivit ko niha serokê Liberal Internationalên cîhanê ye (LI).
Hans ten Broeke got piștî helbijartinên perlemanî yên Hollenda di meha eylulê dê keyfxweșbit Hêmin Hewramî berpirsê têkiliyên derve yên PDK bibînit.
Webernênan û pêșkeftina aborî li Herêma Kurdistanê.
Hans ten Broeke got ew dizanit Herêma Kurdistanê ji perçeyên din yên Îraqê pêșkeftîtir û aramtire û got ew dê kar li ser bikit ko hikumeta Hollenda bi çavekê din temașey Herêma Kurdistanê bikit û ew dê di rûniștina perlemanî de daxwazê ji wezîrê derve Uri Rosenthal û wezîrê karûbarên derve yê Hollenda Maxime Verhagen kit ko cudahiyê bêxin di navbera Herêma Kurdistanê li Îraqê û perçeyên din yên Îraqê.
Hans ten Broeke got di salên 90de firokeyên Hollenda li gel hêzên hevpeymanan “no fly zone” esmanê Kurdistanê parastiye û niha Kurdistan ya arame giring di bînit ko kompaniyayên Hollendî li Kurdistanê kar bikin.
Naskirina cînosaîdkirina Kurdan di salen 80yan de.
Han ten Broeke got ew di zanit di dîroka Kurdan de rojên reș hene li jêr desthelatdariya dîktatror Sedam Hisên.
Zilm û zordariya li Kurdan hatiye kirin ew nas dikit û cînosaîdkirina Kurdan ji nas dikit.
Her wesa Ten Broeke got Kurd niha li Herêma Kurdistanê di ware aborî de xwe gelekî pêșêxistine û ev çend giring ji boy her destkeftekê.
Partiya Gel bo azadiyê û demokratiyê (VVD) mezintirîn partiye di perlementoya Hollendayê û serokwezîrê Hollenda Mark Rutte serokê VVD ye.