Serrûpel Nûçe Şaredarê Wanê girtin

Şaredarê Wanê girtin

Belav bike

Di 7ê Hezîranê de operasyoneke bi navê “KCK”ê pêk hatibû û li navenda Wan û navçeyan 7 şaredar û gellek kes hatibûn binçavkirin. Şaredarê Wanê Bekir Kaya, parêzer Cuneyt Caniş û şaredarê Başkaleyê yê berê Îhsan Guler, bi hinceta “endamtiya KCKê” vê sibê hatine girtin. 
Şaredar Bekir Kaya, bêhiquqî protesto kir û li dozgeriyê îfade dayîn red kir. Her şeş kesan jî, Bekir Kaya, Mihriban Şah, Cuneyt Caniş, Hacer Saruhan, Nezahat Erguneş û Îhsan Guler, ti pirsên dozger nebersivandin.  Duh danê êvarê karê wan ê li dozgeriyê qedandin û ew sewqa dadgehê kirin ku bêne girtin. Şaredarê Başkaleyê Hacer Saruhan hat berdan. Nezahat Erguneş û Mihriban Şah wê negirtî bêne darazandin.
Li Wanê, piştî operasyona binçavkirina şaredaran, protesto bênavber dewam dikin.