Serrûpel Nûçe Talabanî bi PKKê re hevdîtinan dike

Talabanî bi PKKê re hevdîtinan dike

Belav bike

 Berdevkê Yekitiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî îdia kir ku, Serokomarê Iraqê Celal Talabanî bi PKKê re hevdîtinan dike. Daxuyaniya Azad Cundiyanî, di malpera YNKê a fermî de hate weşandin. Daxuyanî wihaye: Serokomarê Iraqê Celal Talabanî bi PKKê re hevdîtinan dike. Heta di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de xwîna ku dirijê raneweste hevdîtin wê dewam bikin. Encamên ev hevdîtinana wê di demeke nêz de derkeve holê. Talabanî di nav her du aliyan de peywira pirekê dibîne. Bixwe bawer dike ku, çareseriya aşîtiyane wê her du aliya nêzika hev bike.
Azad Cundiyanî, di berdewamiya daxuyaniya xwe de balê dikşîne ser nêvenga pevçûnê û dibêje bandora wê li Iraqê jî dibe. Talabanî dixwaze ku li herêmê şer û pevçûn bi dawê bibin û çareseriyên aştiyane bêne birehkirin.