Serrûpel Nûçe DNO bîreke din ya petrolê li Kurdistanê dît

DNO bîreke din ya petrolê li Kurdistanê dît

Belav bike

 Şirketa petrolê ya Norweçê DNO ku kar û xebatên xwe yên petrolê li Herêma Kurdistanê didomîne, ragihand ku wan bîreke din ya petrolê dîtiye. Navenda DNO daxuyaniyek da çapemeniyê û tê de ragihand ku wan ji bîra Peşkabîr ya Herêma Kurdistanê petrola ku kalîteya xwe bilinde dîtiye. Şirketê di daxuyaniya xwe de got ku ew ê li dema pêş derbarê vê xebatê de agahiyên berfireh bidin. Hêjayî gotinê ye, Şirketa petrolê ya Norweçê DNO li Herêma Kurdistanê di beşeke mezin ya petrolê de kar û xebatên xwe dike û heta niha encamên baş di vekolînên xwe de bi dest xistine.

 

Avestakurd