Rêveberiya Herêma Kurdistanê ligel PKK’ê di nava hevdîtinan de ye, ev pirs derdikeve holê; gelo Serokê PKK’ê Ocalan li girava Îmraliye yan na? Ev demeke dirêje ku hevdîtin bi Serokê PKK’ê Ocalan re pêk nehatine, ne deng ji Rêxistina Mafê Mirovan derdikeve ne jî ji parêzerên Ocalan, tenê ya tê gotin ‘dîsa hevdîtina Ocalan hatiye astengkirin.’ Dewleta Tirkiyê jî der barê rewşa Ocalan de ti daxuyaniyan nade. Gelo li bakurê Kurdistanê di pirsa Kurdî de çi dibe? Çi li pişt perdê heye? Çi peyman hene û hatine girêdan? Serokê PKK’ê Ocalan li Îmraliye yan na? Hêdî hêdî rojeva Tirkiyê û bakurê Kurdistanê berev bersiva van pirsan ve diçe.
Avestakurd