re li ser çi gotûbêj kirine. Ev yek li derveyê me ye. Jixwe ji derveyê me berê jî gelek caran gelek senaryoyên cûda hatine gotûbêjkirin. Em niha jî nizanin çi axivîne, lê niha dixwazin wisa nîşan bidin ku bi rastî jî tiştek wiha heye. Ev yek bi temamî versiyoneke nû ye ji bo şkandina vîna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê û tesfiyekirina wê ye. Şereke psîkolojîk e, di nava civakê de dibêjin ‘em çareser dikin’ û civakê di nava bendewariyan de dihêlin. Bi rastî jî titşek wiha tune ye. Di demek wiha de li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ewqas êrîşên berfireh pêk tên de, ne mimkune ku pêngavên nerm bêne avêtin.” Karayilan her weha bal kişand ser rewşa Serokê PKK’ê Ocalan û da diyarkirin ku ‘bê wî nabe’ û got ” Bila beriya her tiştê ev yek baş were zanîn: Divê beriya her kesê Serokwezîr vê yekê baş bizane, heta Serok Apo li Imraliyê di tecrîdê de be, ne tu siyasetmedarên Kurd, ne jî em PKK, ne jî Birêz Mesûd Barzanî û ne jî Birêz Celal Talebanî, ne jî tu kesek din, bi qevastina li ser Îmraliyê re, nikare tu pêngaveke nermker biavêje. Ez vê mijarê bi awayeke zelal û aşkere dibêjim: Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane û diyalog çareser bibe, her tişta pêwîst bû me kir. Gok ne li aliyê me ye, li aliyê AKP’ê ye. Erdogan jî lingê xwe li gokê xistiye û avêtiye qada şer. Me sala par vê demê protokolên pêwîst bû pêşkêşê Serokwezîr kir. Bersiva wan a ji bo vê yekê jî şer bû.” Hêjayî gotinê ye, berî çend rojan Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay tevlî bernameya kanal CNN Turk bûbû û gotibû ku ‘hevdîtin der barê çek danîna PKK’ê de berdewamin û gihiştiye asta biryarê’ û her weha bal kişandibû ku her ji destpêka van hevdîtinan de Emerîka hebû û dê li demeke nêzîk Erdogan daxuyaniyên liber çav bide raya giştî.
Avestakurd