Vê sibê saet di derdorê 06.00 an de, li Kerkukê, li taxên Rehimawa û Raperînê 3 êrîşên bombeyê yên hevwext li dijî biroyên KDPê lidarxistin. Di encama 3 teqînan de, kesekî jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.
Êrîşa ewil li taxa Rehimawa li pêş biroya KDPê, wesaîtek tije bombe hatiye teqandin. Di biroyê de ti kes tinebûye, vê jî rê li ber kuştinan girtiye. Li derdorê xesar çêbû.
Êrîşa duyem li Pencealî pêk hatiye. Pirr kesên ku ji rê ve diçûn birîndar bûne. Êrîşa sêyem li taxa Raperîn pêk hatiye. Dîsa biroya KDPê hedef hatiye girtin. Di vê êrîşê de jî 2 rojnamevan birîndar bûne.
Li gorî ragihandinan, rewşa 2 birîndara giran e.