Serrûpel Nûçe Pereztgeha Zerdeştî li paytextê Swêdê Stockholmê bi fermi vebû!

Pereztgeha Zerdeştî li paytextê Swêdê Stockholmê bi fermi vebû!

Belav bike

Radio û televizyona Swêdî û gelek rojnamevanan, her weha mêvanên ji dezgehên fermî yên Swêdî jî  di merasimê de beşdar bûn.

 

Di merasimê de Pîrê mezinê Zerdeştiyên Kurdistanê Andaz Hawazî kêfxweşiya xwe ji mêvana re anî ziman  û got ; Kurdistan  nêzî 400 salî  navbêna  Bizans û misilmanede  mabû. Dîsa jî  kurdan  adet û kultura xwe paraztine. Lê mixabin ola Zerdeştî  di wê navberê de mabû. Andaz H. got ku , gelek kurd  Zerdeşt û zerdeştî dizanin û ew zanîn jî, bi devkî gihaştiye heta dema me  û wenda nebûye. Andaz H berdewam kir û got: Piştî 1300 sal qedexebûn, vekirina  cara yekem Perestgeha Zerdeştî  bi fermî li Stockholmê me dilşad dike.

 

Nûnerê World Zoroastrian Organization beşdarî merasimê bû û bi axaftinekê vebûna perestgehê pîroz kir.  Serokê komela Zerdeştiyan li Stockholm Guatam Bhattachayya ku bi xwe  ji hindistanê ye, beşdarî merasimê  bû û weha got;  ”Ev rojek û bûyerek dîrokiye! Ola Zerdeştî  di demek mezin de li Hindistan, rojhilata navîn û welatên ber derya spî gelek belav bû û serdest bû. Lê mixabin bi zordarî Zerdeştî her çû kêm bû, û zêdeyî 1400 salîye jî di bin zordariyê deye. Guatam .B. got ku, li gel  Zerdeştiyên Îranî û Hindî  vekirina Perestgeha Zerdestiyên Kurdistanê  bû wek lingê sêyem ji Zerdeştiyan re .”

 

Pîrê mezinê Zerdeştiyên Kurdistanê Andaz Hawazî ragehand ku PERESTGEHA Zerdeştiyên Kurdistanê bi tu Partî an jî dezgehên siyasî ve ne girêdayi ye. Tu eleqa partiyên siyasî dûr an jî nêzîk bi vê Perestgehê ve tuneye. Perestgeha Zerdeştiyên Kurdistanê serbixwe ye û ji bo Zerdeştiyên hemû Cîhanê vekiriye.  

Roza Kurd 2012-06-12