Serrûpel Nûçe PYD û ENKS wê bi hev re herêma Kurd kontrol bikin

PYD û ENKS wê bi hev re herêma Kurd kontrol bikin

Belav bike

 Di wê civînê de her du aliyan li hev kirin ku bi hev re rojavayê Kurdistanê kontrol bikin û weke berê PYD her tiştî nexe bin kontrola xwe û aliyên din bide aliyekî.

Her du aliyan li ser 7 xalan li hev kirin, xalên herî girîng ewin ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Meclîsa Gel ya ser bi PYD ve, li hev kirin ku her du alî bi hev re herêma Kurdan kontrol bikin, lê bê sîleh.

Her wiha her du alî bi hev re konseyeke bilind ava bikin.

Di civînê de biryara ku hemû hêzên çekdar ji herêma Kurdan werin kişandin. Mebest li vir çekdarên PYD ye, ENKS xwest ku PYD çekan bikişîne, ji ber ku bikaranîna çekan li herêma Kurdan ji aliyê PYD ve, dibe sedema nerazîbûna Kurdan û rê li ber kiryarên metirsîdar di nava Kurdan de vedike.

Her wiha her du aliyan li hev kirin ku bi hev re derkevin kontrola herêmê û karê wan hevbeş be.

AVESTA KURD