Serrûpel Nûçe Tirkiyê pira çekdarkirina muxalifên Sûriyê ye

Tirkiyê pira çekdarkirina muxalifên Sûriyê ye

Belav bike

 Li gor rojnameya Îngilîzî The Independent nivîsandiye û jêderên xwe dispêre dîplomatên rojavayî, Qeter û Erebîstana Siûdî çekan ji bo muxalifên Sûriyê bi rêka keştiyan dişînin Tirkiyê. Dema ev çek digihin Tirkiyê bi agahdarî û çavdêriya Tirkiyê, van çekan bi tirimbêlên mezin vedguhêzin ser sînorê Sûriyê. Lê dîlomat di nava tirs û gumanên de ne ku ev çek bigihin destê îslamiyên radîkal. Her weha dibêjin ku piraniya muxalifan jî têkiliya xwe ligel Birayên Misilman hene. Hêjayî gotinê ye, heta niha Tirkiyê bersiva vê nûçeyê nedaye.

 

Avestakurd