Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Îraqê Martîn Kopler kir. Di hevdîtinê de Serokê Herêma behsa rewşa dawî ya li Îraqê û hevdîtinên li Necef û Hewlêrê kir û da diyarkirin ku ‘ew piştevaniya wan hêzan dikin yên dixwazin pêşiya dîktatoriyetê li Îraqê bigirin’ û got jî ‘Ger hêzên han bi vê rewşa niha ya Îraqê razî bin wê demê gelê Kurdistanê neçar dibe rêkên din hilbijêre.’ Ji aliyê xwe ve Nûnerê Neteweyên Yekbûyî da diyarkirin ku ji bo çareserkirina aloziyê Neteweyên Yekbûyî amade ye alîkariya siyasiyên Îraqê bike.
Avestakurd