Serrûpel Nûçe Di Îlonê de Frensa li Hewlêrê Vîza dide

Di Îlonê de Frensa li Hewlêrê Vîza dide

Belav bike
Di hevdîtinê de konsolê Frensa li Hewlêrê Fridrik Tiso jî amade bû.

di destpêka hevdîtinê de serokê dîwana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Ehmed kêfxweşiya xwe bi serdana sefîr anî ziman û bal kişande ser pêwîstiya pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Frensa de.

Ehmed behsa alîkariya Frensa ji bo Kurdan kir, bi taybetî di dema raperînê de.

Nêçîrvan Ehmed diyar kir ku herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide pêwendiyên ligel welatên Ewropa û ew hêvî dikin ku di hemû waran de, siyasî, aborî, kulturî û bazirganî pêwendî her ku biçin xurttir bibin.

Ji aliyê xwe ve sefîrê Fransa li Iraqê Donny Guir kêfxweşiya xwe bi pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Frensa de anî ziman û got ku Fransa di wê hewlê de ku pêwendiyan ligel herêma Kurdistanê xweştir bike.

Sefîrê Frensa got, ewê di Îlonê de êdî ji konsolxanya xwe li Hewlêrê vîza bidin kesên ku dixwazin serdana Frensa bikin.

Di dawiyê de li ser fermana serokwezîrê Kurdistanê, Nêçîrvan Ehmed û sefîrê Frensa protokola avakirina Enstîtuya Kulturî ya Frensî li Hewlêrê îmze kirin.

AVESTA KURD