Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku ‘Hevpeymaniya Kurdistanê dê girêdayî helwest û biryarên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî bin li ser stendina baweriyê ji Nûrî El Malikî be.’ Teyîb her weha di berdewamiya daxuyaniya xwe ya ji Aknewsê re got “Aliyên siyasî yên neyarê siyaseta Serokwezîr Malikî xwestin bi rêya Serokomar Celal Talebanî re baweriyê ji Malikî bistînin lê nebû, ji ber vê dê vê carê bi rêya lêpirsîna li dijî Malikî vê yekê bikin.”
Avestakurd