Yek ji xalên girîng ji protokolê ewe ku her du alî şerê ragihandinê di navbera xwe de rawestînin.
Li gora protokola kur ji 7 xalan pêk tê, her du alî, wê bi hev re hamû karên îdarî bi rêve bibin û nabe yek alî li gora kêfa xwe tevbigere.
Her wiha di protolê de hatiye ku Meclîsa Gel ta Rojavayê Kurdistan ku ser bi PYD-PKK ve ye û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, wê komîsyonên hevbeş çêbikin û pirsgirêk û problemên civakî bi hev re çareser bikin.
Protokol di bin çavdêriya Dîwana Seroktiya Kurdistanê de çêbû, nûnerê Dîwana Seroktiya Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî jî protokol îmze kir.
Protokol roja 11.06.2012 li Hewlêrê hatiye îmzekirin.
AVESTAKURD
