Serrûpel Nûçe “Divê riya siyasî jî bo pirsa Kurdî hebe“

“Divê riya siyasî jî bo pirsa Kurdî hebe“

Belav bike
 Wezîrê Parastina Emerîka Leon Panetta di civîna Konseya Emerîka-Tirkiyê de da diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê tenê riya leşkerî nebese, divê riya siyasî jî hebe. Panetta got ku ew ê ‘piştgiriya xwe ji bo Tirkiyê di tekoşîna li dijî PKK’ê de berdewam bikin, lê got jî ‘çend hêza çekdar girîng be jî, vê pirsê li demeke dirêj de çareser nake. Divê çareseriya siyasî tevlî vê pêvajoyê bêkirin.’ Lê Panetta aşkere peyamek da PKK’ê û got “Ez dixwazim vê aşkere bibêjim; heta ku PKK’ê  gefan li Tirkiyê û însanên wê dixwe daku Tirkiyê der heqê van gefan de derkeve em ê ji Tirkiyê re alîkar bin.” Hêjayî gotinê ye, berî çend rojan Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan di axaftineke xwe de bang li Emerîka kiribû nema piştgiriya Tirkiyê bikin. 

Avestakurd