Di daxuyaniyekê de parlementara zilamê Îranê Nûrî El Malikî Betûl Farûq ragihand ku ‘ger lêpirsîna Nûrî El Malikî bê kirin ew dê navê 13 parlementerên piştgiriya terorîstan dikin aşkere bikin.’ Belût Farûq got jî ‘navê hin wezîran jî hene.’ Farûq di daxuyaniya xwe de bang li dadgehê kir parlementeriya van 13 kesan bê hilweşandin da ku bêne darizandin. Her weha Farûq da diyarkirin ku ‘bi çend rûniştinên li dora mêzê û çend peymanên nû qeyrana Îraqê çareser dibe.’ Gelo ev ’13 terorîst kî ne?’ Çima Farûq navê wan berê negotiye û niha û dîsa bê ku nav aşkere bike vê yekê dibêje? Lê ji aliyekî din ve Belût Farûq besha zilamê Îranê Nûrî El Malikî nekir ku gelek îdîa û gotin li ser hene piştgirê rejîma Esed e yê ku roj nîne Sûrî neke gola xwînê. Gelo çima Farûq alîkariya Malikî dayî Esed bi rêya sînorê Îraqê aşkere nake?
Avestakurd