Serrûpel Nûçe Malikî ji helwesta xwe nayê xwar

Malikî ji helwesta xwe nayê xwar

Belav bike

 Hat zanîn, Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî bi nepenî telefona Sedir kiriye û ligel Sedir gotûbêj li ser qeyrana siyasî ya Îraqê kiriye. Li gor jêderekî ji ofîsa Baska Sedir ji Aknewsê re ragihandî, der barê qeyrana niha ya li Îraqê de Malikî telefona Sedir kiriye. Jêder dest nîşan dike ku ew gihiştiye wê baweriyê Nûrî El Malikî ji ya xwe nayê xwar. Gelo dê di vê rewşê de helwesta Celal Talebanî çi be? Niha hin alî Celal Talebanî bi ‘taîfî’ tawanbar dikin. Ji aliyekî din ve aşkere tê gotin Îranê gef li Celal Talebanî xwarine. Û li gor diyardibe Celal Talebanî naxwaze îmze bike, ev jî rê li ber wan îdîakirênên der barê Talebanî de tên kirin ‘piştrast dike.’

 

Avestakurd