Feyzi İşbaşaran dibêje, “Ozal û Eşref Bitlîsî hevalên hev yên zaroktiyê bûn. Ew her du jî ji Meledê bûn (Malatya) Her du yan jî dixwestin pirsa Kurd çareser bikin û PKK biqedînin…”
Işbaşaran berdewam dike û dibêje: “Hem Eşref Paşa hem jî Özal, li bakurê Iraqê gelek caran bi Ocalan re rûniştin. Ocalan hatibû îqnakirin. Wê sîleh bêdeng bimana, lê belê temê wan têr nekir.
Işbaşaran di hevpeyvîna xwe de ku bi rojnameya Takvim re çêkiriye, dibêje: „Barzanî û Talabanî dikirin behane û li aliyê din yê sînor Ocalan û Ozal dihatin cem hev. Ozal, di wê fikrê de bû, eger pirsa Kurd neyê çareserkirin, Tirkiyê mezin nabe. Rîsk da ber çavên xwe…”
Işbaşaran wiha dibêje: “Ocalan navê 70 kesan da. Me hemû, bi şertê ku 10 salan li Ewropa danekevin, dişandin Îskandanavya. Ocalan Norwêc daxwaz kir. Wê milîtan bêdeng vegeriyana gundê xwe, wê hemûyan 10 km li pêş sîlehan danîbana. Li ser her tiştî hatibû lihevkirin, lê belê nebû…“
Işbaşaran dibêje, pirsa Kurd bû sedema ku Ozal were kuştin. Ji ber ku wî dixwest pirsa Kurd çareser bike hate kuştin.
Fevzi Işbaran bi xwe Kurd e û ji Elazigê ye.
Dibêje ew weke yek ji neferên malbata Ozal bû, heqê wî hebû, Ozal ji xewê jî şiyar bike, xwe yek ji malbatê didît.
AVESTA KURD