ji ber xebatên dûrûdirêj şeveke spasdariyê ji bo rojnamevan û helbestvanê kurd Xelefê Zêbarî li dar xistin.
Şev ji bo moral û spasdariya bo Xelefê Zêbarî ku 40 sal emrê xwe daye ziman, ferheng û toreya kurdî, pêk hat. Şev li Mala Hunerê ya Şaredariya Sûrê, bi beşdariya gelek nivîskar, helbestvan û rojnamevanên kurd hate çêkirin. Di şevê de hin helbestên Zêbarî hatin xwendin. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ku di bernameyê de amade bû, diyar kir Zêbarî li gel têkoşîna çekdarî xebateke kulturî jî meşandiye û mîrateyeke hêja ji kurdan re hiştiye. Demîrbaş, got ew hêvî dike şev û bernameyên wiha bibin wesîleya avakirina yekîtiya di navbera kurdan. Demîrbaş Zêbarî weke nirxê kurd û Kurdistanê bi nav kir. Helbestvan Arjen Arî jî Xelefê Zêbarî weke “şoreşgerê peyvê” bi nav kir û ji ber xebata ku kiriye, spasiyên xwe pêşkêş kir.
Xebatkarê Beşa Kurdî yê Radyoya Dengê Amerîkayê Robîn Reşvan ku keda wî di vê bernameyê de zêde bû jî axaftinek kir. Reşvan, li ser jiyana Xelefê Zêbarî agahiyan da û got di demên xwe yên xwendekariyê de dengê Zêbarî bandoreke gelek xurt li ser wî kiriye û wiha axivî: “Dema min dengê mamoste Zêbarî dibihîst, min digot qey mirovekî bejinbilind û qerase ye. Lê dema min ew nas kir, min dît ku bejneke kurt lê ewqas jî şêrîn e.” Reşvan, her wiha behsa helbestvaniya Zêbarî kir û xwest kurd beriya ku nirxên xwe wenda bikin, xwedî li wan derkevin.
Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Şêxmûs Sefer jî di axaftina xwe de behsa têkoşîna çekdarî û rewşenbîrî ya Zêbarî kir û derbarê Zêbarî de pêzanînan da.
Piştre Caferê Farqînî ku weke “Şakiroyê Biçûk” tê zanîn derkete ser dikê û kilamek sitra. Solîstê Koma Azad Farqîn jî stranek pêşkêş kir. Piştre ji ber ku ev roj amade kirine, Demîrbaş hate xelatkirin. Li ser navê komele û şaredariyê ji Xelefê Zêbarî re jî xelata spasdayînê hate dayîn. Rojnamevan Robîn Reşvan Xelata Zêbarî ji destê nivîskar Edîp Polat wergirt. Rûdaw
Foto: Mehmet Masum Suer / Diyarbekir