Serokê Şandeya Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Robert Mood daxuyaniyek da çapemeniyê û tê de got ku wan erkê xwe yê li Sûriyê rawestand. Robert Mood di daxuyaniyê de got “Xwesteka çareseriya aştiyane li ba Hikûmeta Sûriyê û Muxalifan tune ye û her ku diçe tundî û pevçûnên ji aliyê her du aliyan ve zêde dibe.” Moond der barê dema rawestandina erkê çavdêran de ka heta çi demê dê rawestiyayî bimîne tiştek negot.
Avestakurd