Serrûpel Nûçe Erdogan: Ezê bi Zana re hevdîtinê bikimQ

Erdogan: Ezê bi Zana re hevdîtinê bikimQ

Belav bike

  

Erdogan berî ber bi welatê Meksîka ve birê bikeve, li balefirgeha Esenboga ji çapemeniyê re rojeva Tirkiyê nirixand. Erdogan di nava axivitina xwe ya der barê rojeva Tirkiyê de bal kişand ser nirxandina Leyla Zana ya der barê pirsa Kurdî de. Erdogan got “Ger Leyla Zana daxwaz bike ez amademe ligel hevdîtinê bikim.” Erdogan di berdewamiya axivitina xwe de weha got “Heta niha ti daxwaza Zana negihiştiye min. Lê ger daxwazeke weha ji parlementeran bê ez xwe nadim alî. Ez vê aşkere bêjim, hêviya min ew e ku daxuyaniya birêz Zana kirî, encameke ji ezmûna salane ku derxistiye holê.”  Erdogan rexene li BDP’ê jî kir û weha pêde çû “Ger alî dirist bin dê ev kar çareser bibe.” Her weha got jî “Heta PKK’ê çekan nedeyne dê operasyon bidomin.” We diyare nirxandina Leyla Zana rojeva Tirkî serûbinkir û gotûbêjên li ser pirsa Kurdî di warê çareserkirinê de germtir kir.

 

Avestakurd