Serrûpel Nûçe Qezaya wek komkujiyê

Qezaya wek komkujiyê

Belav bike

Li Hîndistanê qezayeke wek komkujiyê pêk hat. Otobûseke ku rêwiyên diçûn deverên pîroz serdan bikin, ji pirê firiya. Di encama qezayê de 32 rêwiya jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 20 kes jî birîindar bûne. 
Qeza, li vegera Haydarabadê piştî serdana peresgehekê li nêzika Osmanabadê qewimîye.  20 kesên birîndar rakirine nexweşxana Maharaştayê û xistine bin dermankirinê.