Serrûpel Nûçe Serokê Kurdistanê û Malikî li hev dicivin

Serokê Kurdistanê û Malikî li hev dicivin

Belav bike
û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî wê bên ba hev.

Yek ji serkirdeyên fraksyona Dewleta Yasa ya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Ednan Serac ji el-Furat News re got: “Egera wê yekê heye serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi civin. Bi taybet jî hewldaneke çend aliyên bi bandor ên meydana siyasî ya Iraqê ji bo sazkirina wê civînê hene.”

Serac di berdewama axaftinên xwe diyar kir ku ger Barzanî û Malikî bicivin, wê demê wê bibe civînekî dîrokî. Serac wiha pêdeçû: “Naveroka nameya serokkomar Celal Talabanî tê wê wateyê. Ji bilî vê yekê Emar Hekîm ligel aliyan di nava hewldanê de ye, bi taybet jî ligel Malikî û Barzanî. Ji bo wê pêngavê bavêjin û di demekî nêzîk de herduyan bên ba hev.”

Ednan Serac bilêv kir ku ti zanyariyek derbarê dema civîna navbera Malikî û Barzanî de nîne û got: “Lê Talabanî û serokê civata bilind a Îslamiyê Emmar Hekîm ji bo çareserkirin û bi dawîkirina nakokiyên navbera aliyên siyasî de di nava hewldanan de ne.”

Li gor nûçeyeke malpera Furat News a girêdayî civata bilind a Îslamî, di wê çarçoveyê de duh Emmar Hekîm bi telefonê ligel Celal Talabanî, Mesûd Barzanî, Eyyad Ellawî, Muqteda Sedir û Usame Nûcêfî axiviye. Di hevdîtinan de behsa aloziyên niha yên li Iraqê û çawaniya çareserkirina wan hatiye kirin.

Ji bo zanyariyên zêdetir, Rûdawê çend caran peywendî bi berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ve kir, lê peywendî nehat girêdan. rûdaw