Serrûpel Nûçe Talabanî piştgiriya Malikî dike

Talabanî piştgiriya Malikî dike

Belav bike
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, hewldanên ji bo ji desthilatdariyê xistina Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî, ji xwe re kire sedema îstifa kirinê. Talabanî, muxalifên ku dixwastin Malîkî bixînin; bi Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokwezîrê berê Îyad Allavî, Serokê Meclîsê Usame Nuceyfî û bi nûnerê Koma Sadr Mustafa Yakubî re name şand û diyar kir ku, ger hewldanên we yên ji bo Malîkî ji desthilatdariyê xistinê dewam bikin, di çarçova zagona Iraqê  de ez ê îstifa bikim.
Di nameya xwe de Celal Talabanî ev îfadeya bikaranîye:
Divê Serokomar pêwiste alînegir be, yekitiya netewî û yekbûnê biparêze. Ger ez bibime alî, ew tê wateya ku min rista xwe wenda kiriye. Li gorî vê, ger rewş berevajî qinyata min dewam bike, ez ê îstifa xwe pêşkêş bikim.
Ev sekna Talabanî a li paş Malîkî gellekî bal kişand, çimkî, berî mehekê Talabanî nameya îstifa xwe dabû Mesut Barzanî ku, kengî bixwaze kare têxîne sepandinê.