Demîrtaş axaftinên Leyla Zana bi ‘safîtî’ nav kiribû, PKK’ê jî bê ku navê Zana bilêv bike ew rexne kiribû. Serokê DTK’ê Ahmet Turk jî di axaftina xwe ya ji rojnameya Akşamê re bal kişand ser axaftinên parlementera bajarê Diyarbekirê Leyla Zana ku di rojnameya Hurriyetê de hatibû belavkirin û got “Leyla Xanimê hinek rastî aniye ziman. Lê ez gotinên wê yên ku dibêje Erdogan dikare pirsa Kurd çareser bike qebûl nakim. Ji ber ku Erdogan her ku diçe dikeve rewşeke tirs û xelkê ji xwe dide revandin.” Hêjayî gotinê ye, hevpeyvîna rojnameya Hurriyetê ligel Leyla Zana pêk anî ji aliyê gelek siyasetmedar, partî û nivîskaran ve bi erênî hate pêşwazî kirin û heta niha axivitinên Zana yek ji mijarên sereke yê rojeva Tirkiyê ye.
Avestakurd