Davûtoglû her weha di civîna Stenbolê ya Muxalifên Sûriyê de weha berdewam kir “Dewleta Tirkiyê pişgiriya mafê gelê Sûriyê yê rewa dike û dê bike heta demokrasî û dewleta qanûnê li Sûriyê avabibe.” Davûtoglû bal kişand ser hijmara penaberên li Sûriyê jî û got “Hijmara penaberên ji ber zilma rejîmê xwe sipartîn Tirkiyê 30 hezar û 900 penaber in.”
Avestakurd