Serrûpel Nûçe Li dijî Malikî serkeftin misoger e

Li dijî Malikî serkeftin misoger e

Belav bike
  

Her weha 3’ê komîteyên lêpirsînê jî hatine avakirin ji bo der heqê Nûrî El Malikî de li meclîsê lêpirsîn bê kirin. Li gor parlementerê Îraqê yê bi ser Hevpeymaniya Kurdistanê ve Mehma Xelîl ji Aknewsê re axivî, Xelîl dibêje “Di daniştina lêpirsîna Encûmena Nûneran li dijî Malikî, biryar yekalîkirî û misoger e, ji ber ku nêzîkî 200 parlementer amadene dengdanê li ser wergirtina baweriyê ji Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî bikin.” Her weha Xelîl balê dikişîne ser avakirina komîteyên lêpirsînê û dibêje ku Hevpeymaniya Kurdistanê, Sedir û Îraqiye 3’ê Komîteyên Hikûmî, Parlemento û qanûnî avakirine daku lêpirsîne Nûrî El Malikî di nava meclîsê de bikin. Hêjayî gotinê ye, aliyên siyasiyên Îraqê heta niha di helwesta xwe de bi biryarin û dixwazin baweriyê ji Malikî vekişînin. E dibêjin ku sedema qeyrana siyasî ya Îraqê ya sereke Nûrî El Malikî ye ku desthilatdariyê bi şêwazeke dîktatorî dimeşîne.

 

Avestakurd