Serrûpel Nûçe Li Rioyê çalakiya Heskîfê

Li Rioyê çalakiya Heskîfê

Belav bike

Hikumeta Brezîlya, ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî a Rio +20 a  xwe amade dike ku mazubaniyê bike. 3 kîlometre dûra bajarê Rioyê, niştecîhên Amazonê, çalakvanên li dijî bendava derdikevin û komeleya ku ji bo astengkirina bendava Ilısuyê têdikoşe Komeleya Xwezayê hatine cem hev û protesto lidarxistin. Bi diruşmeya “bila çemê Xingu azad bimîne” çalakî lidarxistin. Tê gotin ku ger bendav çêbe, beşeke daristanên Amazonê wê ji holê rabin.
Komeleya Xwezayê jî di nav vê organîzasyonê de cihê xwe girt û bendava ku tê çikirin û dike bajarê antîk Heskîfê di bin avê de bihêle, bi niştecîhên Amazonî re protesto kirin.
Biryar hat girtin ku, êdî bi hev re ji bo Daristanên Amazon û Heskîfê têbikoşin.