Serrûpel Nûçe Mihrecana Helbesta kurdî li Sûriyê

Mihrecana Helbesta kurdî li Sûriyê

Belav bike

 

Di vê civînê de, guftûgo li ser kar û gelek tiştên girêdayî bo amadekirina mihrecana helbesta kurdî ya 17 emîn li Sûriyê hat kirin, çiku mihrecan bi xwe bû ye diyardeyeke rewenbîrî û şaristanî bo xizmeta helbesta kurdî û bilindkirina bejna wê ji her layî ve, digel vê yekê, û piştî gengeşeyek berfireh hin xalên giring hatin desnîşan kirin:

1-     Lidarxistina mihrecanê di dema wêyî naskirî di dawiya meha çêrya pêşîn de.

2-   Beşdarî giştiye bo hemû helbestvanên kurd li Sûriyê yên bi zimanê kurdî dinivîsinin.

3-   Şandina helbestan di rêya Emaila mihrecanê re: mehrecanahelbeste@gmail.com yan bi dest di rêya endamên komîtê re, lê divê ku helbest li ser kombiyûter tîplêdayî be.

4-   Beşdarî tenê bi helbestekê ye, ku ne zêdeyî 400 peyvê be.

 

Em tev bi hev re bo bilindkirina bejna helbesta kurdî ber bi asteke hêja ji her hêlê ve, ku bibe derbarî helbesta cîhanî û dergeh û pencereya kurdan be li cîhanê.

 

18/6/2012

                           Email: mehrecanahelbeste@gmail.com

 

             Komîta amadekar ya

Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyêا