Serrûpel Nûçe Karayilan: MIT daxwaza me samîmî dît

Karayilan: MIT daxwaza me samîmî dît

Belav bike


 

Li ser hevdîtinên di navbera PKK û MIT de li paytexta Norwêcê, Oslo Karayilan diyar kir ku naveroka wan hevdîtinan ji aliyê wan ve li ser raya giştî nehate belavkirin, ew ne berpirsiyarê wê yekê ne.

 

Karayilan ligel rojnamevanê Radikal Avni Özgüre axifî û got wan xeber ji MIT re şandin û ji wan re gotin ku ew belge ji aliyê wan ve nehatine belavkirin, „eger we xwest komîteyekê ava bikin û werin em biaxifin“

 

Karayilan got, wan (MIT) xeber ji me re şandin û gotin ku tiştên ew dibêjin ji aliyê MIT ve samîmî têne dîtin.

 

Murat Karayilan diyar kir ku ew belge ji aliyê MIT bi xwe ve hatiye belavkirin, di nava MIT de hinekan ew derxistin.