Parlementerê BDPê yê Muşê Sirri Sakik, li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir ku, leşkerî bi navê Îsa Sayin, yê ku duh di pevçûna Oremarê de hatibû kuştin, bi nêz ve xizmekî wî ye. Sakik wiha tîne ziman: Di pevçûna duh a li Oremarê pêk hat de, leşkerekî ku jiyana xwe wenda kir Îsa Sayin, bi nêz ve xizmekî min e. Tam jî şerê birayan ev e. Ji aliyekî leşkerên ku têne kuştin, ji aliyekî gerîlayên ku têne kuştin. Hemû ji bo wî welatî wendahiyên girîng in. Ez bi malbata Îsa re hatibe ba hev û min êşa wan parve kir. Peywira ku dikeve ser milê me, rojekê pêşde em vê xwînê rawestînin û aşîtiyê pêk bînin.