Serokayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev îdîayên han ku parlementerên Lîsteya Nûrî El Malikî gotibûn ‘di rêya balefirgehên Herêma Kurdistanê re hêsankarî ji bo hindek firokeyan tê kirin ku çek û cebilxaneyê bo şoreşgerên Sûriyê neqil dikin’ bê bingih û dûrî rastiyê bi navkir.
Serokayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nameyekê bersiv da van îdîayan û got ku armanca van îdîayan alozkirina rewşa herêmê ye. Li gor MSHHK’, ev jî daxuyaniya Serokayetiya Herêmê ye:
” Welîd Elhilî endamê parlamentoya Îraqê yê ser bi lêsteya Dewleta Qnûnê (lîsteya serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî) daxuyaniyeke bê bingeh a tijî gotinên tal û tîj di hindeke malperan de weşandiye ku, qaşo di rêya firokxaneyên herêma Kurdistanê re hêsankarî ji bo hindek firokeyan tê kirin ku çekî û cebilxaneyê bo şoreşgerên Suriyeyê neqil bikin.
Berî hemû kesan lîsteya Dewleta Qanûnê û hikûmeta federal a Îraqê gelek baş dizanin ku tevaya firokexaneyên Îraqê, bi herêma Kurdistanê jî ve, di bin çavdêriya Konseya Firokevaniya Şaristanî a Îraqê de ne û wan, li ser tevaya seferên herêmê û ew hevwelatî û alavên di rêya firokexaneyên herêma Kurdistanê re tên guhastin zaniyariyên hûr hene.
Bê guman van daxuyaniyên neyarên gelê me tu qîmet nîne, çunkî bi tenê ji bo armancên siyasî û bêqîmetkirina tecrûbeya serkeftiya herêma Kurdistanê, şêlûkirina aramî û îstîqrara herêmê û ragirtina pêşkeftinên berdewamên civaka Kurdistanê ne.
Ji ber vê yekê, em, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, van daxuyaniyên bê esas yên parlamenterê lîsteya Dewleta Qanûnî bi dijwarî şermezar dikin û em radigihînin ku, bi tu awayî firokexaneyên herêma Kurdistanê ji bo wê armncaê nehatine bikaranîn, di heman demê de, em pabendbûba hemû firokexaneyên herêma Kurdistanê bi qanûn û tewsiyeyên taybet yên Konseya Firokevaniya Şaristanî a Îraqê dupat dikin.”
Avestakurd