Li taxa Fatihê a Stenbolê pêr, Ahmet Koca, bi malbata xwe re ji rê diçû û polisan ew sekinandibûn, ji trimbolê peya kiribûn û dabûne ber sîlan. Ew dîmenana di înternetê de hatin weşandin û piştî bûyerê 5 polis ji peywirê hatibûn dûrxistin.
Ahmet Koca, beşdarî bernameya Cuneyt Ozdemîr a CNN Turkê, bernameya 5N1K yê bû û zindî, li ser ekranê eşkere îfade kir ku, gelo ew ji ber bi Kurdî axaftinê hatiye derpkirin?
Ahmet Koca, li pêş çavên zarokên wî û jinan, li nav kolanê de polisan xistibûn navbera xwe û lêdabûn. Dûra destê wî dixine kelemçeyê û wî li trimbêla polisan dikin. Di paşiya trimbêla polisan de jî lê didin û dibne qereqolê.