Mijara sereke ya hevdîtina Obama û Pûtîn rewşa Sûriyê bû. Hevdîtin 2 demjmêran berdewamkir. Piştî bidawîhatina civînê, her du serokan daxuyaniyek dane çapemeniyê û gotin “Em di wê baweriyê de ne dê gelê Sûriyê biriya pêşeroja xwe bide.” Her weha di daxuyaniya hevbeş de gotin ku “Ji bo xwîna tê rijandin raweste, divê dawî li tundiyê bê.” Ji aliyekî din ve Serokê Rûsya Pûtîn ji çapemeniyê re ragihand ku ew û Obama di mijara Sûriyê de ji gelek aliyan ve weke hev difikirin. Lê, li gor hin çavkaniyan hevdîtin gelekî germ derbasbûye û di hin mijaran de lihev nekirine.
Avestakurd