Hat zanîn, Berpirsê Enerjiya Îraqê Huseyîn El Şaristanî di hevdîtina ligel Balyozê Franse yê li Bexdayê Denys Gauer gef li şirketên Franseyê xwarine û jê re gotiye “Di serî de Total û şirketên din yê Franseyê di warê petrolê de peymanan ligel Herêma Kurdistanê îmze bikin, dê hikûmeta Îraqê hemû peymanên ligel van şirketan yên li herêmên din yê Îraqê betal bike.” Hêjayî gotinê ye, ev necara ewile Hikûmeta Bexda gefan li şirketên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin dixwe. Lê heta niha ti şirketekî guh li Bexda nekiriye û peymanan ligel Herêma Kurdistanê îmze dikin.
Avestakurd