Serrûpel Nûçe Çiçek: Ocalan ne di nav kêfê de ye

Çiçek: Ocalan ne di nav kêfê de ye

Belav bike

Ji Cemil Çiçek, daxuyaniya Ocalan. Serokê Meclîsa Tirkiyê Cemil Çiçek, di derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, daxuyaniyeke mîna rexneyan kir. Çiçek, ji rayagiştî xwest ku, nekevine nav têgeheke ku, sankî Abdullah Ocalan di nav kêfê de ye. 
Cemil Çiçek, beşdarî televizyona 24ê bû û rojev nirxand. Çiçek, di mijara Ocalan de ku, di rojên dawiyê de ji bo Ocalan “hepsa malê” hatibû niqaşkirin û ji Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç gotibû, “em karin vê mijarê gotûbêj bikin,” û roja din Beşir Atalay daxuyandibû, “di rojeva me de mijara hepsa malê a Ocalan tineye”, Çiçek, bi çavekî din li rewşê mêze kir û wiha got, “sankî li wê giravê, sibê saet di 08.00 an de radibiye, ji çar aliyê giravê, destê xwe hêl dike û digeriye, canê xwe dixwaze 2 saeta li bin dara zeytûnê, canê xwe dixwaze, di germahiya nîvro de di bin nizam kîjan darê radikeviye, kêfa xwe dikiye, atmosfereke bi vî awayî di rayagştî de tê peydakirin. Halbûkî Girtîgeha Îmraliyê di statuya  Tîpa F’yê de ye.