Serrûpel Nûçe Dîroka Gogapê (FOOTBALL)

Dîroka Gogapê (FOOTBALL)

Belav bike





Digel vê yekê gelên kevn û dîrokî, çinî, romayî, misrî, yewnanî û mayayiyan wek gogek bi pê ve lîstin e tê zanîn. Di çanda wan de wekî mîna gogapê(football) bi pê ve gog lîstin hebû ye. Ew jî tê qebûl kirin ku wan gelên kevn û şaristanî xwedî werzişa gogapê ne.

Dûv re gogapê hate nûjenîkirin. Pêşî rêzik û disturên gogapê di sala 1863yan de bi aliya “Yekîtiya Gogapêya Londonê” ve hate pêşxistinê. Paşê ev werzişa pê ji hêla leşkerên îngîlîz, keştîvanê îngîlîz û bazîrganên îngîlîzan ve belavê Hîndistan, Başûrê Efrîka, Ewropa û Başûrê Emerîkayê bû.

Gogapê gelek bilez hate hezkirin û yekem car di sala 1908ê de tevlî olompiyadê bû û bû werzişek olompîk. Yekem xelatê olompiyadê tîm û yaneya îngîlîz kar kir.

FIFA(Federation International Football Assocation) ango yekîtiya federasyona gogapêya navneteweyî di sala 21.05.1904ê de li Fransa Parîsê hate damezrandin. Di vê yekîtîyê de federasyonên frensa, belçîqa, holenda, swêd, swisre, denmark û spanya hebû.

Yekem kupaya cîhan ji hêla FIFAyê di sala 1930ê de li Uruguayê hate damezrandin. Kupaya cîhanê yekem jî li Uruguayê ma.

Ji sala 1863ê heta vir gogapê navdariya xwe parîzî û hê jî pêşve diçe. Niha di nav werzişan de herî navdar û binavûdeng werzişê gogapê ye.

Lîstika gogapê wisa tê hezkirin ku mirovên kêmenaman xwestin vê beşê bikin. Ya wiha gogapêya kêmendamên ling(Gogapêya Empûtê) û kêmendamên çavan(Gogapêya Çavnebîn) jî hate çêkirin.